Rêhevalên me Bahoz û Metîn li Dêrazorê tevlî karwanên nemiran bûn

Ji çapemenî û raya giştî re

Têkoşîna me ya li dijî dagirkeran li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi biryardariyeke mezin û bênavber didome. Bi taybetî li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê operasyon tên kirin û di encama van operasyonan de pêşî li êrîşên muhtemel tên girtin. Di vê çarçoveyê de di roja 12’ê Cotmehê de li Dêrazorê li dijî şaneyek çeteyên DAIŞ’ê operasyonek hate lidarxistin û di pêvçûnê dema operasyonê de rêhevalê me Metîn bi giranî birîndar bû. Hevrêyê me yê ku rakirin nexweşxaneyê, di 16’ê Cotmehê de tevî hemû mudaxeleyan gihişt şehadetê.

Rêhevalê me Bahoz ku li herêma Dêrazorê kar û xebat dida meşandin, di roja 15’ê Cotmehê de di dema amadekariya operasyonek li dijî şaneyek çeteyên DAIŞ’ê de di encama qezayekê de şehîd bû.

Rêhevalê me Bahoz li Helebê ji dayik bûye û zarokê malbateke Kurdperwer e ku bi çanda welatparêziyê hatiye mezinkirin. Di sala 2013’an de li bajarê Heleba ku lê ji dayik bû tevlî nava refên me bû û li Efrînê perwerdeya xwe ya şervanê nû bi serkeftî bi dawî kir. Di pêngavên ku me li herêmên Efrîn, Şehba û Dêrezorê li dijî komên çeteyên ku dewleta Tirk wana destek dike ên weke DAIŞ û El Nûsra lidar xist de birîndar bû û piştî dermankirinê vegeriya ser karê xwe. Ne tenê li hemberî komên çete yên ku dewleta Tirk destekê dide wan, li hemberî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Rojava jî di refên herî pêş de cih girt.

Rêhevalê me Metîn El Qile’a rêhevalekî Ereb e ku li Til Koçer hatiye dinê. DAIŞ’ê li herêmê fikrên xwe yên li dijî nirxên îslamî ku xwest di nav gelê me yê Ereb belav bike, lê rêheval Metîn li dijî fikra tarî ya DAIŞ’ê di cîhgirtina di nav refên me da, weke bersiveke pêwîst û helwesteke watedar nîşan da. Di demekê de ku YPG’ê di sala 2015’an de dest bi rizgarkirina gelê me yê Ereb, bi taybetî yên ku di destê DAIŞ’ê de bûn kir, bi tevlîbûna xwe bû pirek di navbera gelê me yê Ereb-Kurd û gelên din ên herêmê de. Piştî ku perwerdeya akademîk dît, li eniyên ku têkoşîneke çalak li dijî DAIŞ’ê pêk dihat, beşdarî operasyonên Reqa, Dêrezor, Mergeda û Dişîşayê bû. Hevalê me Metîn ê ku ji bo DAIŞ li Dêrezorê xwe ji nû ve kom neke û hêza xwe ya berê bi dest nexe, di gelek operasyonên ku me li dar xistin de bi awayekî aktîf cih girt, di operasyona dawî de piştî ku bi qehremanî şer kir, şehîd bû.

Em weke YPG’ê di şexsê hevrêyên xwe Bahoz û Metîn de hemû şehîdên xwe yên leheng bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û soza xwe nû dikin ku heta yek çete û dagirker li ser xaka me nemîne em ê bi heman biryardariyê têbikoşin. Di serî de ji malbatên hêja yên hevalên me Bahoz û Metîn re û ji gelên me yên welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

 

Nasnameya rêhevalên me yên şehîd wiha ye:

 

 

Nasnav: Bahoz Heleb

Nav û Paşnav: Beşar Bekir

Navê Dayîkê: Wasfî

Navê Bav: Mihemed

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor | 15’ê Cotmeha 2023

 

 

 

Nasnav: Metîn El Qile’a

Nav û Paşnav: Silêman El Ehmed

Navê Dayîkê: Enûd

Navê Bav: Ehmed

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor | 16’ê Cotmeha 2023

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 19’ê Cotmeha 2023