Rêhevalê me Rêdûr li Dêrazorê Tevlê Karwanên Şehîdan bû

Ji Çapemenî û Raya Giştî re

Ji bo xurtkirina ewlehî û aramiya herêmê hemû hêzên me yên parastinê li dijî her cûre êrîşên dagirkeran têkoşînê didin meşandin. Di dawiya meha Tebaxê heta 10’ê Îlonê li herêma Dêrazorê li dijî şaneyên razayî yên DAIŞ’ê, her wiha li dijî çeteyên girêdayî Hikûmeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker “Operasyona Xurtkirina Ewlehiyê” hatibû destpêkirin. Li ser vê bingehê di pêşengiya QSD’ê de planên dagirkeran têkçûn û operasyon bi serkeftî bi encam bû. Lê operasyonên taybet ên QSD’ê li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê û çeteyên din, bê rawestîn dewam dikin.

Di 9’ê Cotmeha 2023’an de li herêma Dêrazorê li dijî şaneyeke DAIŞ’ê operasyonek hate li dar xistin. Di vê operasyonê de rêhevalê me Rêdûr Qamişlo bi lehengî şer kir û giha asta şehadetê.

Rêhevalê me Rêdûr, ewladê ji xaka berxwedêr, ji xeta berxwedanê gav paş de neavêt û li dijî noker û dagirkeran sekna şoreşgerî raber kir. Rêheval Rêdûr û hevrêyên wî, hesabên dijmin ên ku dixwestin fitne û fesadiyê di navbera gelên herêmê de ava bikin û herêmê bixin nava qirîzê de, bi hişyarî û hesasiyetek mezin vala derxistin. Bi vî rengî hevrêyê me Rêdûr bû mînaka sekna şoreşgerî ya ku di bin her şert û mercî de gelê xwe ji her awayî êrîşan diparêze.

Em di serî de ji malbata xwe ya hêja ya rêheval Rêdûr û ji hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên welatparêz û berxwedêr re sersaxiyê dixwazin. Heya ku dagirkerek tenê jî li ser xaka me hebe, wê soza me ya tolhildanê û xurtkirina têkoşînê her zindî be.

 

Nasnameya rêhevalê me yê şehîd wiha ye:

 

 

Nasnav: Rêdûr Qamişlo

Nav û Paşnav: Ehmed Elî

Navê Dayîkê: Rewda

Navê Bav: Xalid

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor | 9’ê Cotmeha 2023

 

Navenda Ragihandina YPG | 11’ê Cotmeha 2023