Em rêheval Şahîn Şehba yê li Helebê şehîd bû bi rêzdarî bi bîr tînin

Ji çapemenî û raya giştî re

Rêhevalê me Şahîn Şehba ku li Helebê li ser erka xwe bû, di roja 23’ê Cotmehê de di encama jehrîbûneke de tevlî karwanên nemiran bû.

Gelê me yê Helebê di pêşxistina şoreşa me ya Rojava û belavkirina wê li derveyî xaka Rojava, bû wesîleyek ku şoreşa me ji gelên din re bibe hêviyek. Gelê me yê Helebê yê ku ji 7 heta 70’ê salî şoreş hembêz kir û nirxên şoreşgerî yên bi dest xistî veguherand kevneşopiya têkoşînê, tevî hemû zext û êrîşên dagirkeran jî helwestek ku ji têkoşîna xwe paşve gav neavêt nîşan da. Ev kevneşopiya têkoşînê nifş bi nifş hatiye derbaskirin û heta roja îro hatiye. Yek ji neferê kevneşopiya têkoşînê, rêhevalê me Şahîn e ku di sala 2022’an de tevlî nav refên me bû, mîna bi hezaran şehîdên leheng ên ku ji dilê gelê me yê Helebê çêbûne, ên ku berjewendiya welat û gelê xwe esas digre û di serkeftina têkoşîna me de roleke sereke lîstine ye. Rêheval Şahîn bi taybet bi dagirkirina Efrînê re rastiya dijmin nas kir û hem ji bo azadiya gelê me hem jî ji bo Efrînê dest bi lêgerînê kir. Malbata ku Şahîn lê mezin bûye xwedî çanda welatparêziyê ye, xizmên wî yên di nava têkoşîna azadiyê de cih digirin û derdora hevalên wî di nava têkoşînê de ne, encama lêgerîna wî û peydakirina cîhê ku tiştê ku di mejî û dilê xwe de hilgirtiye bike tevgerê van faktoran bandoreke mezin li ser tevlîbûna refên me kiriye. Piştî bidawîbûna perwerdeya yekemîn, ji bo ku xwe weke şervanekî bi pêş ve bibe û tecrubeyên jiyanî yên ku ji rêhevalên xwe wergirtine veguhere kesayetiyê, gelekî xebitî. Hevalê me Şahîn ku armanca wî ew bû ku gelê xwe azad bijîn û bajarên me yên dagirkirî rizgar bikin, heta kêliya dawî ya şehadeta xwe li ser vê ramanê helwest girt û sekn raber kir.

Em hemû şehîdên xwe yên leheng di şexsê heval Şahîn de weke hevrêyên wî bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin; em soza xwe dubare dikin ku em ê bibin hêviya gelê xwe û şehîdên xwe û xeyalên wan pêk bînin.

 

Nasnameya rêhevalê me yê pakrewan wiha ye:

 

 

Nasnav: Şahîn Şehba

Nav û Paşnav: Mihemed Enco

Navê Dayikê: Suad

Navê Bav: Mehmûd

Cihê ji Dayikbûnê: Heleb

Cih û Dîroka Şehadetê: Heleb / 23’ê Cotmeha 2023

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 26’ê Cotmeha 2023