Hevrê û Fermandarên me yên ku DAIŞ Têk Birin, Bûn Hedefa dewleta Tirk a Dagirker

Ji çapemenî û raya giştî re!

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker û mêtînger ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê roj bi roj didomin. Gund û bajarên me bê ser û ber tên topbaran kirin bi vî rengî hewl didin aramiya herêmê têk bibin. Ji ber ku hêzên navneteweyî li hemberî êrîşan bêdeng in, dewleta Tirk a dagirker ji vê bêdengiyê sûd werdigre û êrîşên xwe zêde dike. Di salvegera komkujiya Şengalê de, di 3’ê Tebaxê de li gundê Hirmeşêxo yê girêdayî kantona Qamişlo, wesayîtek hate hedef girtin. Di wesayîtê de 4 fermandar û 2 şervanên me yên ku di betlaneyê de bûn hedefa vê êrîşa namerdane. Hevrê û fermandarên me Diyar, Garzan, Hîwa û Orhan şehîd bûn. Dewleta Tirk a dagirker bi vê êrîşê hema bêje dixwaze tola DAIŞ’ê ya ku li Şengal û Rojava têk çûye, hilîne. Her 4 rêhevalên me yên şehîd bi salane li dijî êrîşên dagirkeriyê, bi taybetî li dijî êrîşên çeteyên artêşa azad, El-Nûsra û DAIŞ bi wêrekiyeke mezin şer kirin. Tevlêbûna van hevrêyên me bi taybetî di şerên sala 2014-2019’an de li dijî DAIŞ’ê bêhempa bû. Ji bo wê fedakarî û keda wan wê ti carî neyê jibîrkirin û her tim di têkoşîna me de bê bîranîn. Li ser vê bingehê di serî de malbatên hêja yên her çar hevrêyên me, em sersaxiyê ji gelê xwe yê welatparêz ê Bakur-Rojhilatê Sûriyê re dixwazin. Em careke din soza xwe dubare dikin ku emê şopdarên xeyalên hevrêyên xwe bin û tola wan hilînin.

Gelê Qamişlo ne tenê ji destpêka Şoreşa Rojava de, di serdema ku Rêber APO hat Rojhilata Navîn, ev nêzî 50 sal in kevneşopiya berxwedanê ya bênavber didomîne. Li ser fikir û ramanên Rêbertiyê jiyaneke alternatîf a li dij-sîstemê avakirin. Gelê me yê Qamişlo di buyerên sala 2004’an de bi helwesteke tund li dijî hewldanên fitne û dijminahiya gelan rabûn û bi bedelên giranbiha ve rê li ber şoreşa Rojava vekir. Bi vî rengî kevneşopiya serhildanê domandin û bi hezaran zarokên xwe beşdarî nava refên azadiya Kurdistanê kir. Di 11 salên dawî de ji bo parastina avakirina şoreşa Rojava ji heft heta heftî salî seferberbûn û ji bedel dayînê gav paşde neavêtin.

Di şerê me yê li dijî DAIŞ’ê de ciwanên Qamişlo bi şervantiyeke pir xurt her dem di eniyên herî pêş ên cengê de bûn. Bi qasî ku di şer de jêhatî bûn, kesayetên ku fermandariya şer jî dikirin afirand. Rêhevalên me Diyar, Garzan, Hîwa û Orhan ku her yek ji wan ciwanên hêja yên bajarê Qamişlo bûn, di her kêliya jiyana xwe de welatparêzî, berxwedan, şervantî û dilwêrekiya gelê Qamişlo nîşan dan û bûn milîtanên giranbiha yên têkoşîna me ya azadiyê.

Piştî şerê navxweyî yê ku di sala 2011’an de li Sûriyeyê pêş ket, dema ku Kurdan li Rojavayê Kurdistanê dest bi avakirina sîstema xweparastinê dikirin, rêhevalê me Diyar ku li Qamişloyê ji dayik bû û mezin bû, mîna xwişk û birayê xwe beşdarî doza azadiya gelê xwe bû. Yek ji hevalên me yên yekemîn bû ku pêvajoya şoreşa 19'ê Tîrmehê bi awayek veşartî û aktîf beşdarî xebatên rêxistinkirinê bû. Di sala 2013’an de dema me li dijî çeteyên Cebhet El Nusra şer dikir, li eniyên Til Elo û Serêkaniyê cihê xwe girt. Her wiha beşdarî operasyonên Til Hemîs û Til Birak’ê bûye. Di pêvajoya ku DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kir, pêşî çû Cezaa, piştre jî derbasî Şengalê bû û di rizgarkirina gelê me yê Êzidî de rola xwe ya dîrokî leyîst. Di pêngavên leşkerî yên ku me li dijî DAIŞ’ê da destpêkirin de, hevalê me Diyar di operasyonên Şedadê, Silûk, Til Temir, Hesekê, Minbic û herî dawî jî li Dêrazorê, weke şervan û fermandar pratîkeke şer a serkeftî da meşandin.

Hevalê me Orhan ku di nava hevalên xwe de bi navê Aram tê naskirin, ew jî di nava malbateke welatparêz a Qamişlo de ji dayîk bû. Bi şoreşa 19’ê Tîrmehê re yekem gava xwe avête nava jiyaneke nû. Şoreşa Rojava ku pêşî li herêmê, piştre jî li hemû cîhanê bandora xwe kir, bû hedefa çeteyên dewleta Tirk a dagirker ku pal pişta hêzên çete bû. Hevalê me Orhan ji bo hêzên ku dixwazin destkeftiyên şoreşa Rojava ji holê rabikin û herêmê dagir bikin, di demên herî dijwar ên berxwedana me ya ku ji Serêkaniyê destpê kir û li Dêrazorê DAIŞ têk bir, hertim li gel hevrêyên xwe di çeperên pêş de bû. Hevalê Orhan ku di pêngavên azadkirina gelek bajarên di bin dagirkeriya DAIŞ'ê de cih girt, di sala 2015'an de li bajarê Til Temirê birîndar bû. Lê ruxmê birîndariya xwe ya giran jî tekoşîna xwe ya li dijî hêzên dagirker neda rawestandin û ji hevrêyên xwe yên cengê qut nebû. Bi saya azweriya xwe ya bilind a ji bo azadiyê û dilsoziya xwe ya bi rêhevalên xwe re, careke din bi awayek çalak tevlî xebatên şoreşê bû. Di pratîka xwe ya şerê dijwar de perwerdeya xwe îhmal nekir. Hem di warê bîrdozî de hem jî di warê pisporiya di şer de xwe perwerde kir. Bi vî rengî di hemleyên rizgarkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ’ê bi awayekî aktîf tevlê dibe. Vê carî di sala 2017’an de di pêngava rizgarkirina Reqayê de her du dest û lingekî xwe winda kir, lê ti carî bi afirîneriya xwe ya mîna çûka Ankayê ji têkoşînê dûr neket. Hevalê Orhan ê ku piştî tedawiya xwe vegeriya nava kar û xebatê, zanî ku ji ber berpirsyariya nasnameya xwe ya Gazîtîyê divê ji hevalên xwe zêdetir ked, fedakarî û hewldan raber bike.

Hevalê me Garzan ku ew jî di malbateke welatparêz a Qamişlo de ji dayîk bûye, di sala 2013’an de di dema şerê dijwar ê li dijî çeteyan de tevlî nava refên me bû û pêşî di perwerdeyên bîrdozî û leşkerî re derbas bû. Di destpêka sala 2014’an de yekemîn ezmûna xwe ya şer di operasyona Til Berak de bi dest xist. Piştre di şerê li dijî êrîşên Til Marûf û Şedadê de şervantiyê xwe pêşxist  û di pêngava rizgarkirina Minbicê ji çeteyên DAIŞ bi awayekî xurt û bi pisporiyeke mezin cihê xwe girt. Hevalê me Garzan ku piştî sala 2016’an xebatên cuda dimeşîne, ji bo ku xwe pêş bixe, beşdarî perwerdeya pisporiyê ya branşan bû. Bi qasî ku di şer de jîr û jêhatî bû, bi heman rengî di perwerdeyê de jî helwesteke serkeftî nîşan da.

Rêhevalê me Hîwa di malbateke Kurd a welatparêz a bajarê Reqayê de ji dayîk bû. Di sala 2013’an de rêhevalê me Hîwa û malbata wî ku nexwestin li Reqa ya ku pêşî Cebhet El Nûsra û piştre jî ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hate dagirkirin, neçar man ku koçî bajarê Qamişloyê bibin. Hevalê Hîwa di sala 2014’an de ji bo ku li dijî hovîtiya DAIŞ’ê şer bike, di nava çeperên berxwedanê de cih girt. Di şerê 6 salan ê bênavber ê li dijî DAIŞ'ê de, beşdarî operasyonên Til Hemîs, Hesekê, Serêkaniyê, Girêsipî, Tişrîn, Minbic, Reqa, Tebqa û Dêrazorê bû. Di her pêngavekê de bi hevaltiya xwe ya mînak û bi cesareta xwe şêwazê şervantiya demê di kesayeta xwe de avakir.

Li ser vê bingehê em careke din soz didin her çar hevrê û fermandarên xwe yên qehreman ku emê tola hilînin û siberojeke azad diyarî gelên herêmê bikin.

 

Nasnameyên pakrewanên me wiha ne;

 

 

Nasnav: Diyar Şoreş

Nav û Paşnav: Diyar Xelîl

Navê Dayikê: Narîman

Navê Bav: Cuma

Cih û Dîroka Şehadetê: Qamişlo / 3’ê Tebaxa 2023

 

 

 

Nasnav: Garzan Qamişlo

Nav û Paşnav: Berzan Şêxmus

Navê Dayikê: Leyla

Navê Bav: Mustafa

Cih û Dîroka Şehadetê: Qamişlo / 3’ê Tebaxa 2023

 

 

 

Nasnav: Hîwa Qamişlo

Nav û Paşnav: Ehmed Simo

Navê Dayikê: Gulê

Navê Bav: Fadil

Cih û Dîroka Şehadetê: Qamişlo / 3’ê Tebaxa 2023

 

 

 

Nasnav: Orhan Qamişlo

Nav û Paşnav: Aram Îbrahîm

Navê Dayikê: Şêxa

Navê Bav: Mihemed

Cih û Dîroka Şehadetê: Qamişlo / 3’ê Tebaxa 2023

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 5’ê Tebaxa 2023