Em hevrê yê xwe Dilbirîn Amed bi rêzdarî bi bîr tînin

Ji çapemenî û raya giştî re!

Hevrêye me Dilbirîn Amed, di roja 25’ê Cotmeha 2023’an de, li herêma Şedadê di encama qezayekê de şehîd bû.

Gelê Amedê yê bi welatparêzî û berxwedaniya xwe tê naskirin, tevî ku bi salan ji zilm û qetlîamên dijmin re rû bi rû ma jî ji rûmeta xwe û ji nasnameya xwe ya berxwedêr re tawîz neda. Gelê me yê hêja yê Amedê ku ji bo jiyaneke bi rûmet amade ye her bedelê bide, ji ber wê jî hertim bi Tevgera Azadiyê re rola pêşengtiyê girt li ser milên xwe. Li dijî êrîşên dijmin yên faşîst û mêtinger bi pêşxistina çanda Kurdayetiyê bersiv da. Gelê Amedê zarokên xwe bi çanda welatparêziyê mezin kir û ji bo doza azadiyê feda kir.

Yek ji wan ewladê Amedê yê ji malbateke welatparêz ji dayik bûye û çanda berxwedaniyê cihê lê dayik bûye nas kiriye, hevrêyê me Dilbirîn e. Hevrê Dilbirîn di salên xwe yên ciwantiyê de êrîşên dijmin yên li ser gelê xwe ji nêz ve dît. Êrîşên dijmin yên li ser gelê Kurd ne tenê bi fîzîkî, di aliyê şerê psîkolojîk û asîmîlasyonê de di asta herî jor de bû. Êrîşên dijmin yên li ser gel, di hevrêyê me de lêgerînek ava kir û biryar da ku encax bi tekoşînekî rast bikaribe bersiv bide dijminê faşîst. Di sala 2008’an de tevli Tevgera Azadiyê Kurdistanê bû. Di salên dûrûdirêj li gelek qadan de ma û têkoşiya. Bi destpêkirina Şoreşa Rojava re dewleta Tirk a dagirker rûyê xwe yê qirêj hîn zêdetir derxist holê û ji bo binketina Şoreşa Rojava di nav hewldanan da bû. Sala 2014’an hem ji bo Kurdan hem jî ji bo mirovahiyê saleke krîtîk û wek man û nemanê bû. Ji ber ku DAIŞ’ê ku gelek dewletan û rêxistinan tirsandibû û di cîhanê de rengê xwe yê dij-mirovahiyê derxistibû holê, dewleta Tirk a dagirker xwest ji van çeteyan sûd werbigre û li gor berjewendiyên xwe bi kar bîne. Ji bo bikar anîna DAIŞ’ê ya herî guncav li ser tunekirina Kurdên Rojava û destkeftiyên Şoreşa Rojava bû. Ji ber wê sebebê di serî de gelê Kurd û mirovên ku alîgirê nirxên mivahiyê ne, berê xwe dan Rojava. Hevrê Dilbirîn jî yek ji wan e ku sînoran qetand û hat Rojava. Hevrê Dilbirîn yê ku ti car li hember dewleta Tirk a dagirker stûyê xwe xwar nekir û çong nedanî, li hember çeteyên dewleta dagirker jî ji sala 2014’an heta ku DAIŞ li gundê Baxozê ya Dêrazorê hat binxistin di gelek eniyan de têkoşînekê aktîf meşand. Di dema komkujiya li ser gelê Şengalê de dihat kirin li Rebîayê li dijî çeteyan şer kir da ku korîdorek vebibe xwe bigihînin hawara gelê meyê Êzidî. Piştî rizgarkirina Kobanê di sala 2015’an şûnde li dijî DAIŞ’ê pêngavên azadiyê hatin dest pê kirin. Hevrê Dilbirîn jî tev li pêngavên Şehîd Rûbar Qamişlo yê sala 2015’an, rizgarkirina  Reqayê 2017’an û herî dawî jî li Dêrazorê bi dawîbûna hebûna DAIŞ’ê li ser erdê de cîhê xwe aktîf girt. Hevrê Dilbirîn di hemû xebatên xwe yên şoreşgerî de bi hestên welatparêziyê tevgeriya û têkoşîn meşand. Di demên herî zehmet yên gelê me de xwe neda paş û berpirsiyartî girt. Erkên demê bi serkeftî bicîh anî. Hevrêyê me Dilbirîn bi taybetmendiyên xwe yên dilnizm, fedakar û moralê dide hevalên kêlekê xwe ve dihat naskirin, ji ber wê ji aliyê hevalên xwe ve dihat hezkirin û rêz dihat dayîn. Heta ku kêliya şehîd bikeve jî di jiyana xwe ya temamî de xizmetkirina gel esas girt.

Em di serî de ji malbata hêja yê hevrê Dilbirîn, gelê Amedê yê berxwedêr û hemû gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Em wek hevrêyên Dilbirîn, di şexsê wî de hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî bi bîr tînin û careke din soza xwe nû dikin ku em ê xeyalên şehîdên xwe û yê gelê xwe bînin cih.

 

Nasnameya rêhevalê me yê şehîd wiha ye:

 

 

Nasnav: Dilbirîn Amed

Nav û Paşnav: Hamdullah Toprak

Navê Dayikê: Selîme

Navê Bav: Mehmet Salih

Cihê ji Dayikbûnê: Amed

Cih û Dîroka Şehadetê: Şedadê / 25’ê Cotmeha 2023

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 28’ê Cotmeha 2023