Em welatparêzê xwe yê kedkar rêheval Baran Nisêbîn bi rêzdarî bibîr tînin

Ji gelê me û raya giştî re

Di 14’ê Nîsanê saet 01:45′an de balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker wesayîtek li ser rêya Hîzam a Qamişloyê li nêzî deriyê Nisêbînê bombebaran kir. Di encama êrîşê de rêhevalê me Baran Nisêbîn gihîşt şehadetê.

Rêhevalê me Baran ji navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ji malbateke welatparêz e. Navçeya Nisêbînê ku di dîroka têkoşîna me ya azadiyê de bi berxwedaniya xwe bi nav û deng e, hertim bûye qada berxwedanê, xelkên me yên Nisêbînê jî xwediyê vê çanda berxwedana bi nav û deng in. Di destpêka Şoreşa Rojava de û di demên herî zor û zehmetiya ku em rû bi rû bûn, çawa ku xelkên me yên welatparêz yên çar parçayê Kurdistanê bi giyana netewî û seferberiyê berê xwe dan Rojava, xelkên me yên Nisêbînê jî hatin hawara Rojava û nirxên xwe yên netewî xwedî derketin. Hevalê me yê Baran jî yek ji wan mêrxasane ku di dema berxwedaniya Kobanê de bersiv da banga seferberiyê.

Kes û dewletên bi hêz yên newêrîbûn li hember bayê DAIŞ’ê rawestiya, şervanên gelê me, welatparêzên vê axê bi canê xwe bûn mertal. Rêheval Baran di şerê me yên li hemberî DAIŞ’ê ji Kobanê heta Minbicê, ji Reqayê heta Dêrazorê bi çalak tevlî bû. Di rizgarkirina bajarên me yên bin dagirkeriya DAIŞ’ê de kedek bêhempa da. Rêheval Baran li Asayîş, QSD û YPG’ê de kar û xebat meşand. Li hember erk û berpirsyartiyê, bi qasî hêza xwe tevlî bû û serxistina karan de hewldanek mezin da. Di tevlîbûnê de hestên welatparêzî pêş bû, ti car ji kar û xebatan xwe ji dûr nexist. Tevlîbûna wî ya şer û jiyanê wek mîlîtanekî fedayîyê bû. Di herî dawî di karê çêkirina alavên leşkerî de cîh digirt û bî jîr û zanatiya xwe jî nirx avakir.  

Yê ku DAIŞ’ê li ser erdê bin xist û xist bin erdê giyana Baranan û bi hezaran şehîdê me bûn. Emê bibin şopdarê nemirên xwe û ala rizgariyê wan hildayî wê danekevê û bi serkeftinê tacîdar bikin. Em serî de ji malbata hêja ya şehîdê xwe û xelkê me yê Mêrdînê û tevahî xelkê me yên welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

Nasnameya şehîdê me wiha ye:

 

 

Nasnav: Baran Nisêbîn

Nav û Paşnav: Mihemed Sari

Navê Dayikê: Şerîfe

Navê Bav: Mihemed Emîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Qamişlo / 14’ê Nîsana 2023

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 14’ê Nîsana 2023