Em rêhevalê xwe Şahîn Cudî bi rêzdarî bibîr tînin

Ji Gelê me û Raya Giştî re!

Rêhevalê me Şahîn Cûdî ku şerê me li hember DAIŞ’ê de dihat meşandin de birîndar bûbû, ji bo dermankirina birîna xwe çûbû Başûrê Kurdistanê. Di vegerê de, di dîroka 30’ê Cotmehê 2018’an de, di encama êriş hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de gihîştibû şehadetê.

Bajarê me Kobanê yek ji wan bajarên ku di dîroka me ya berxwedanê de mohra xwe li gavên destpêkê daye ye. Bi malavaniya Rêber APO, Tevgera Azadiya Kurdistanê ji nû ve hate birêxistinkirin û li çar parçeyan belav bû, yekemîn şoreşgerên Rojavayê Kurdistanê li vî bajarî derketin holê, yekem car meşaleya şoreşa Rojava li Kobanê hat pêxistin û yekemîn şerê berxwedanê yê mezin li dijî dagirkeriyê ye, şoreşa me berdêla mirovahiyê ye. Li ser van rastiyan Kobanê bajarek e ku weke bajarekî biçûk guhertin û veguhertinên mezin tê jiyîn û lehengên gelê Kobanê hêzên pêşeng ên van guhertinên mezin in.

Yek ji lawên leheng ê gelê me yê Kobanê ku pêngaveke nû derxistiye holê hevalê me Şahîn e ku li gundê Til Xezal yê Kobanê ji dayik bûye û mezin bûye. Derdor û hawîrdora ku hevalê Şahîn lê mezin bûye cihekî bi welatparêziya xwe tê naskirin, tevlîbûna wê ya di nava têkoşîna azadiya Kurdistanê de gelekî xurt e. Bi awayekî xwezayî hevalê Şahîn jî di bin bandora malbat û derdora xwe de maye û xwe bi xwe ava kiriye. Heval Şahîn, dema ku şoreşa Rojava li Kobanê çiruska şoreşê hat pêxistin, bi gelek hevalên xwe re yekemîn car li Helebê Konfederasyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz ava kir. Piştî rizgarkirina Kobanê û bajarên din hevalê Şahîn li Kobanê, Minbic û Efrînê xebatên xwe yên bi vî rengî meşandin û li van bajaran di bin banê konfederalîzmê de pêşengî ji xebatên rêxistinkirinê re kir.

Hevalê Şahîn di salên destpêkê de dema ku me xwe weke hêz birêxistin kir, di sala 2012’an de soza girêdana gel û şehîdan da û tevlî nava refên me bû. Di şerê sala 2014’an û şûnde bi awayekî aktîf di şerê li dijî DAIŞ’ê de cih girt û di pevçûnekê de birîndar bû.

Hevalê Şahîn di temenê xwe yê biçûk de bi zehmetiyan re têkoşiya û di ciwaniya xwe de kesayetek kamil ava kir. Tecrûbe û ezmûna xurt a ku bi salan afirandiye, hiştiye ku gelek xebatan bi rehetî pêk bîne. Perwerdeya ku dîtiye di wî de milîtaniyeke mezin afirandiye. Ji ber karakterê ku di xwe de afirandiye, di gelek xebatan de cih girtiye û bi dilsozî bi hemû berhemên xwe re mijûl bûye. Hezkirin û dilsoziya wî ya bi rêhevalên xwe re, helwesta wî ya li hember jiyanê bandorek mezin li ser rêhevalên wî hişt û di derdora xwe de bû hevalekî hezkirî û rêzdar.

Em hevalê xwe Şahîn yê ku em bi rêhevaltî û milîtaniya wî serbilind in, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Em sersaxiyê ji gelê xwe yê welatparêz bi taybetî ji malbata wî ya hêja re dixwazin.

 

Nasnameya şehîdê me wiha ye:

 

 

Nasnav: Şahîn Cûdî

Nav û Paşnav: Fadil Şahîn

Navê Dayik: Edûl

Navê Bav: Mehmûd

Cih û Dîroka Şehadetê: Başûrê Kurdistanê / 30’ê Cotmeha 2018

 

Navenda Ragihandina YPG | 11’ê Nîsana 2023