Em hevrêyê xwe Ciwan Oso bi rêzdarî bi bîr tînin

Ji çapemenî û raya giştî re

Balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker di roja14’ê Puşperê de, li ser rêya Qamişlo-Tirbespiyê wesayîtek hedef girtin. Di êrîşê de tevî 2 welatparêzên me, şervanê me bi nasnav Ciwan Oso şehîd bû. Hevalê me Ciwan ji ber betlaneyê diçû malê.

Rastiya ku armanc û hedefên dewleta Tirk a dagirker ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagirkirina herêmê ye, bi êrîşên hewayî yên dawî careke din rûyê xwe yê rast nîşan da. Ji aliyê din ve dîrok dizane ku weke hêzên YPG, YPJ û QSD’ê bi taybet gelê me yê herêmê ji destpêka şoreşa xwe ve em li hemberî ti êrîşên dagirkeriyê bêdeng neman. Ne berxwedana ku me di navbera salên 2013-2016’an de li dijî çeteyên dewleta Tirk destek dike, ne jî berxwedana ku me li dijî dewleta Tirk a dagirker li Efrîn, Serêkaniyê û herêmên din ên dagirkirî nîşan da, nayê jibîrkirin, di bîranînên me de zindî ne. Lehengên van berxwedanan gelê me yê welatparêz û zarokên wan yên nemir in. Kal û ciwan, jin û mêr, bi kurtasî hemû gelê me ji heft heta heftê salî para herî girîng ê vê berxwedanê ye û her yek ji me bi girêdanên neşikestî zengila vê berxwedanê ava dike. Xeleka dawî ya berxwedana me xurt kiriye hevrêyê me Ciwan e.

Hevrêyê me Ciwan ku li bajarê Serêkaniyê yê ku ji destpêka şoreşa me de rastî gelek êrîşên dagirkeriyê û qada berxwedanê hatiye, di zarokatiya xwe de bûye şahidê van êrîşên dagirkeriyê û berxwedanê. Dema ku bajar herî dawî di sala 2019’an de hat dagirkirin, neçar ma tevî malbata xwe koçî bajarên din bike ji ber ku wî armanc û hedefên rastîn ên dagirkeran dizanibû. Dema ku gihîşt temenê mezinbûnê, li ser hesta welatparêziyê ya ku ji malbatê girt û bi vê hesta welatparêziyê xwe li hember welatê xwe û gelê xwe berpirsyar dît. Hevrê Ciwan ku hesreta wî ya herî mezin vegera li bajarê xwe bû, biryar da ku beşdarî şerê me yê berxwedanê yê li dijî dagirkeran bibe. Di biryardayîna wê de nasîna gelek lehengên li ser vê axê derketibûn ku li hember zilm û zordariyê bêdeng nemabûn. Hevrê Ciwan wek navê xwe ciwan bû, di heman demê de kesayetek mûtewazî û sade bû û di beşdarbûna xwe ya jiyanê da helwestek fedakar nîşan da. Wî hewl da ku bi ceribandina jiyanê bêtir fêr bibe. Ji bo pêşerojê xwe pêşxistinê de hewldanek mezin da lê mixabin şehadeta wî ew xeyalên wî nîvço hiştin. Xeyal û bîranînên hevrêyê me Ciwan wê di tekoşîna dijwar ya li dijî dagirkeran de bibe rêberek. Em di şexsê wî de soza ku me daye tevahî şehîdên xwe yên leheng dûbare dikin.

Em di serî de sersaxiyê ji malbata hêja ya hevrêyê me Ciwan û ji hemû gelê me yê welatparêz re dixwazin.

Nasnameya şehîdê me wiha ye;

 

 

Nasnav: Ciwan Oso

Nav û Paşnav: Ekrem Oso

Navê Dayik: Şehnaz

Navê Bav: Ekrem

Cih û Dîroka Şahadetê: Qamişlo | 14’ê Puşpera 2023

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 16’ê Puşpera 2023